29/01/2024
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye...
Komara Sêdare a Iranê îro 4 Kurd sêdare kir.
19/01/2024
"Benim idam edileceğimin kararı verilmiştir, ulusuma verdiğim söz ve peyman odur ki ulusumla birlikte yaşayacağım ve onun için öleceğim. Şimdi nasıl olur ki ulusuma verdiğim söz ve ettiğim yeminden vazgeçeyim! Bu nedenle bütün namussuzluk mahkeme başkanı olan Albaydan kaynaklanıyor. Ben o adamın sorularını cevaplamam, eğer başka biri varsa sorsun"
https://tevger.org/tr/baskan-qazi-muhamed-sedri-ve-seyfi-qazinin-mahkeme-savunmasi/
18/12/2023
Duh (17ê Berfanbara 2023yî) bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê me li Rihaya Bakurê Kurdistanê çalakîyek lidarxist. Cîgirê serokê TEVGERê Mihemed Brûsk li ser girîngîya alayê û wateya vê rojê de axaftinek kir. Metna axaftinê: Her netewe xwedî alayekê ye û li hemû derên ku di bin desthilatdariya wan de ne alayên xwe bilind dikin. Ji ber ku ala, nîşana desthilatdariyê ye....
ROJA ALAYÊ NÎŞANA HEBÛNÊ - Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Alaya Rengîn ji Medan mîras maye ji me re û di nav demê de Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê, lehengên Serhildana Qoçgiriyê, Xoybûnê û di pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed de Komara Kurdistanê her yekî hevokek li vê çîrokê zêde kiriye. Hevoka herî dawî ya vê çîrokê ji aliyê Hi...
17/12/2023
Ala Neteweyî Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. Bêguman berîya netewe-dewletan, alayên dewletên bajaran, mîrnişinîyan, qiralîyet, împeretorîyan û dewletên feodal jî hebûn....
Ala Kurdistanê; Berhemê Têkoşîna Netewî Ya Miletê Kurd E û Berîya Sed (100) Salan Hatîye çêkirin - Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Di berîya îlankirina Cimhurîyeta Kurdistanê de, li Rojhelatê Kurdistanê, xebata rêxistinî û sîyasî ya neteweyî bi pêşengîya Komela Jîyaneweyî Kurdistan roj bi roj pêş diket. Bi hevkarîya hinek Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, hewl didan ku alaya dema serhildana Agirîyê, bi gu...
13/12/2023
📜Ji Raya Gistî Yê Kurdistanê📜
📌Me di sala 2010an de wek grûbeke ciwanan bi navê Ciwanên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir. Piştî demekê hejmara me zêde bû û hewcedarî bi xebateke rêk û pêktir çê bû. Di encama civîna giştî ya di sala 2012an de me rêvebiriya xwe dîyar kir û bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (bi kurtasî TEVGER) xebatên xwe domand.
📌Em rêxistineke legal in. Me di bernameya xwe de jî û di daxuyaniyên xwe de jî dîyar kir ku ‘legal’ û ‘qanûnî’ du têgehên ji hev cuda ne. Em ne li gor zagonan lê di qada legal de têdikoşin. Me komeleya xwe ya ewilî ya bi navê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê di vî warî de di tîrmeha 2013an de li Dîyarbekirê vekir. Girîngiya vê komeleyê ew bû ku di dîroka komara Tirkî de saziya yekemîn bû ku bi navê Kurdistanê bi awayeke fermî hate damezrandin. Piştî Dîyarbekirê me li Qezê li Sêrtê li Cizîrê û li Slopî 4 komeleyên din vekir. Ji ber ku di navê komeleyên me de ‘Kurdistan’ heye em ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatin tehtîdkirin ku hemû damezrêneran bi cezaya heta bi hetayî bidarizînin. Lê me serê xwe netewand û me ber xwe da. Piştî du salan navê Kurdistanê bi awayeke fermî hat qebûlkirin. Ev gav bû mînak û piştî me gelek partî û komele bi navê Kurdistanê bi awayeke fermî hatin damezrandin.
📌Ji xeynî navê Kurdistanê di bilindkirina Ala Rengîn li bakûrê Kurdistanê de jî me helwestek bêtawîz nîşan da. Me biryar da ku beyî Ala Rengîn em tu çalakiyan nakin. Gelek caran di çalakiyan de me ji bo Alê şerê entegrasyonparêzan jî kir lê Al tu car ji destên me neketin. Di destpêkê de em tenê bûn lê piştî demekê partî û rexistinên din jî di çalakiyên xwe de Ala Rengîn bi kar anîn.
📌Em gihaştibûn armanca xwe. Me di qada legal de rêyek nû ji bo têkoşîna netewî vekiribû û asta têkoşînê li bakûrê Kurdistanê bilind kiribû.
📌Ji xeynî du mînakên li jor heta sala 2018an me gelek xebatên xwe kirin û têkiliyê bi ciwanên perçeyên din ên Kurdistanê re xurt kir. Lê li bakûrê Kurdistanê şerê xendekan dest pê kir û rêya têkoşîna legal xitimî. Divê yan em bibûna îllegal, an metodek nû peyda bikirana yan jî me xebatên xwe ji bo wê demê bi dawî bikirana. Îllegalbûn di wan şertan de nebû tercîha me û em ne amadebûn ji bo wê jî. Me metodek nû jî peyda nekir. Loma me biryara pasîfbûnê da.
📌Îro li bakûrê Kurdistanê rewş ji 5 sal berê xeraptir e. Êdî rêxistin û şexs û aliyên qaşo Kurd di bin navê netewîbûnê entegrasyonê difroşin miletê me. Xwe bi Kurd û Kurdistanîbûnê bi nav dikin lê dibin dûvikên entegrasyonparêzan. Xeta netewî û entegrasyonê tevlîhev bûye û wek hev xuya dikin. Me jî di van şert û mercan de bi armanca zelalkirina xeta netewî û entegrasyonê ji hev û zelalkirina mêjiyan biryar da ku careke din çalak bibin. Emê hewl bidin ku xeta netewî ji nezelaliyê paqij bikin û di mêjî û dilan de xurttir bikin. Bi vê armancê û bi vê minasebetê em bangî hemû ciwanên Kurd û Kurdistanî dikin ku em di vê rêye de mil bi mil bimeşin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê
12.12.2023
12/12/2023
Biz, 2010 yılında bir grup genç Ciwanên Kurdistanê olarak çalışmalarımıza başladık. Bir süre sonra sayımızın artmasıyla beraber daha derli toplu çalışmalara ihtiyaç doğdu. 2012 yılında gerçekleştirdiğimiz genel toplantı neticesinde yönetim kadromuzu oluşturarak, Tevgera Ciwanên Kurdistanê ( kısa adı ile TEVGER) adıyla çalışmalarımıza devam ettik. Biz legal bir örgütüz. Programımızda da açıklamalarımızda da “legal” ve ”yasal” terimlerinin birbirinden farklı olduğunu belirttik. Biz yasalar çerçevesinde değil ancak, legal zeminde mücadele veriyoruz....
KURDISTAN KAMUOYUNA - Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Biz, 2010 yılında bir grup genç Ciwanên Kurdistanê olarak çalışmalarımıza başladık. Bir süre sonra sayımızın artmasıyla beraber daha derli toplu çalışmalara
12/12/2023
Me di sala 2010an de wek grûbeke ciwanan bi navê Ciwanên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir. Piştî demekê hejmara me zêde bû û hewcedarî bi xebateke rêk û pêktir çê bû. Di encama civîna giştî ya di sala 2012an de me rêvebiriya xwe dîyar kir û bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (bi kurtasî TEVGER) xebatên xwe domand.Em rêxistineke legal in....
JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RE - Tevgera Ciwanên Kurdistanê
Me di sala 2010an de wek grûbeke ciwanan bi navê Ciwanên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir. Piştî demekê hejmara me zêde bû û hewcedarî bi xebateke rêk û