11/10/2025
Encamnameya civîna sihûyekemîna (31) Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 04.10.2025an, civîna xwe ya sihûyekemîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansazîyek hevbeş hate çêkirin.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal nîqaşên li ser çareserîya pirsa Kurd li bakura Kurdistanê, di vê pêvajoyê de rewş û rola Birêz Abdullah Ocalan, rewşa rojavaya Kurdistanê û peywendîyên bi deshilata Şamê re, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, hilbijartinên Parlamentoya Êraqê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemas – Hizbullah - Îranê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, yekrêzîya nav mala Kurd û xebatên yekîtîya neteweyî, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş d**e:
1- Eve saleke li Turkîyê û bakura Kurdistanê nîqaşên çareserîya pirsa Kurd tênekirin. Nîqaş ji teref hukumetê ve hatin destpêkirin û berdewamin. Di nava vê salê da, di pêşkêşîya Birêz Ocalan da, ji teref alê Kurd ve gelek gavên giring hatin avêhtin. Lê dewleta Tirk weke tê xwestin gav neavêhtine. Erê hevdîtin berdewamin, lê haca jî li ser Birêz Ocalan tecrîd berdewame. Civîn, nîqaş û gavavêhtinên li ser çareserîya pirsa Kurd giring dinirxîne û hêvî d**e ku ev nîqaş û gav avêhtin zêdetir bibin û ev pêvajo bigihê çareserîyek mayîne. Civîn, bang li hkumeta Turkîyê d**e ku rojekî zûtir Birêz Ocalan serbest berde û di çareserîya pirsa Kurdî da gavên bingehîn biavêje.
2- Li Surîya yê rejîma Baes têkçûye û niha hêzên selefî li Şamê deshilatin. Paşeroja Surîyê ne diyare. Li hember pêkhateyên Elewî, Durzî û Mesîhîyan komkujî pêktên. Rojavaya Kurdistanê jî di demeke hesas da derbaz dibe. Herçend 10ê Adarê bi rêveberîya Şamê re peymanek jî hatibe îmzekirin, lê heta niha gavavêhtinek pozîtîf nîne û rewşeke ne diyar li pêş me ye. Divê deskevtên rojavaya Kurdistanê bêne parastin û divê hemî hevdîtinên dîplomatîk de, Surîyeke ne navendî bête xwestin û statuteyek destûrî ji rojavaya Kurdistanê re bête misogerkirin.
Dema encamnameya civînê dihate nivîsandin, li bajarê Helebê li taxên Şêxmeqsud û Eşrefîyê, niştecihên Kurd hatin dûrpêçkirin û ji teref hêzên girêdayî rêveberîya Şamê ve êrîşê gelê me hate kirin. Şer û pevçûn derketin. Paşê jî bi rêveberîya Şamê re hevdîtin pêkhatin û şer hate rawestan. Ev bûyer jî dide nîşan rewş çiqas hesas û nazike. Di rojên pêş me de jî dikre rewşên weke vê û ji vê rewşê girantir jî bêne jiyankirin. Jiber vê yekê divê em weke gel û rêxistin herdem hişyarbin û tedbîrên xwe bigrin û gel û deskevtên Rojava biparêzin. Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye.
Di vê demê de li rojava yekrêzîya navmala Kurdî gelek giringe. Civîna meha Nisanê li qamîşlo ya di nav hêzên Kurdî de pêkhatî cihê şanazîyê ye. Civîn, bang li hemî hêz û dezgehên rojavaya Kurdistanê d**e ku civînek weke ya Qamîşlo li Ewropa ji bikin û komîteyek dîplomasîyê ya hevbeş derxin.
Hemî Kurd û Kurdistanî li ser meseleya rojavaya Kurdistanê hesasin û serketina Rojava destek dikin û dixwzin hemî deskevt bêne parastin. Bi vê munasbetê civîn, careke dî bang li hemî hêzên Kurdistanî d**e ku xwedî li destekvtên rojavaya Kurdistaê derkevin mil bi mil bi Rojava re hereket bikin.
Herweha civîn, bang li hêzên Cihanî d**e ku di avakirina Surîya nû de, sîstema ne navendî biparêzn û da ku mafê Kurd û hemî pêkhateyan li destûra nu de bêne misogerkirin.
3- Êrîş, tehdît û destwerdanên li ser başûra Kurdistanê berdewamin. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.
Qeyrana aborî û nedana moçeyan jî, li Herêma Kurdistanê berdewame. Wa lê hatîye ku mehê çend caran weftên herêmê diçin Bexdayê û tinê li ser pirsa moçeyan disekinin. Ev polîtîqayek dagirkerane ku Kurdan bi birçîbûnê ceza dikin û bi vî rengî dixwazin wan bi xwe ve girêbidin.
Li herêmê pirsgirêkên siyasî û îdarî jî berdewamin. Eve saleke hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêkhatine, mixabin heta niha parlamento ne li ser kare, hukumeta nû pêknehatîye û serokatîya herêmê nehatîye hilbijartin. Niha jî hilbijartinên parlamentoya Êraqê di rojevê de ne û mixabin di van hilbijartinan de jî yekîtîyek navxweyî nîne. Kurdistan û herêma Rojhilatanavîn di demeke aloz û giring de derbazdibi. Civîn, bang li hemî hêz û dezgehên başûra Kurdistanê d**e ku roje zûtir parlamentoyê aktîf bikin, hukumeta nû çêkin û serokatîya herêmê hilbijêrên.
4- Eve ji 40 salan zêdetire Komara Islamî ya Îranê, sêrîde mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê d**e û kesên muxalîf serkut d**e. Îran sêrîde jibo jinan û jibo hemî gelên Îranê bûye zîndaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehetin, ne razî ne û daweya azadî û welateke demokratîk dikin. Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwenîşanderan û hemî çalakvanan. Herweha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwenîşanderan û îdamkirina çalakvanan şermezar û mehkum d**e.
Di zîndanên Îranê de rewşa girtîyên siyasî hingî diçi girantir dibi û zext û çewsandin li ser girtîyan zêdetir dibin. Ji ber van zext û çewsandinan, girtîyên siyasî, bertek nîşandidin û dem dem d**evin grevên birçîbûnê. Polîtîkaya îdam û darvekirinê jî berdewame û sêrîde çalakvanên jin gelek girtî li ber darê îdamê ne. Herweha bi vêve girêdayî êrîşên li ser kolberên Kurd jî zêdekirine û rojane kolber têne qetilkirin. Civîn xwestin û çalakîyên girtîyan heq û meşru dibîne û kampanyayên dijê sêdaredanê destek d**e û bang li rayedarên Îranê diki ku ji dev zulm û zordarî û bê huqoqîyê berdin. Eve demeke partîyên sereke yên rojhilata Kurdistanê, di nav xwe de bi navê “Navenda Diyalogê” hevkarîyek dane destpêkirin. Civîn, vê hevkarîyê gaveke erênî dibîne û silav d**e û hêvî d**e ku ev hevkarî bibe yekîtîyek mayînde. Herweha jibo rojhilata Kurdistanê pêwîstî bi dîplomasîyek hevbeş heye, civîn ji van hizban dixwaze ku navendekî diplomasîya hevbeş jî avabikin.
Herweha civîn, bang li hêzên Cihana demokratîk d**e ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.
5- Şerê eve du sale ku li Filistînê berdewame. Ev şer li Filistînê ve sînordar nema û debazê Lubnan, Surîya, Îran û Yemenê jî bû. Ev şer hingî diçi fireh dibi û ber bi şerekî Cihanî ve diçi. Ji xwe gelek hêz vê rewşê weke şerê Cihanê yê sêyem navdikin. Dagirkerên Kurdistanê her yek bi awayekî terefê vî şerî ne. Yanî şer hingî diçi ber bi Kurdistanê ve jî tê. Di vê rewşê de yekrêzîya nav mala Kurd, yekîtîya neteweyî gelek mihime. Di vê demê da xebatên yektîya neteweyî gelek giringin. Civîn, bang li hemî partî, sazî, dezgeh, kesayet û hemî gelê Kurdistanê d**e ku vê demê da jibo yekîtya neteweyî têbokoşin û xebatê di vî warî da têne meşandin destek bikin..
6- Eve saleke bi Birêz Ocalan re hevdîtin têne kirin. Lê heta niha jî tecrîda li ser birêz Ocalan ranebîye. Rakirina tecrîdê tinê têrê naki, divê Birêz Ocalan bête azadkirin. Jiber vê divê çalakî û kampanyayên azadîyê bêne xurtkirin. Civîn, Kampaya “Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî – Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” destek d**e û bang li hemî kurdistanîyan û dostên Kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.
Di çerçeveya vê kampanyê de di roja 08.11.2025an de, li Almanya li bajarê Kolnê, meş û mitîngek mezin pêktê. Civîn bang li hemî Kurd û dostên Kurdan diki ku tevlî vê meş û mitîngê bibin û kampanya azadîyê xurt bikin.
7- Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karên diplomasîyê bikin.
Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek ji bo dema pêş hate çêkirin.
Kurdistan yek welate, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!
Jin – Jiyan – Azadî!
Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî
08.10.2025, Bruksel